Tirkiyê bi balafiran û Îran bi bejahî êrîşî xaka Kurdistanê kirin

Dewleta tirk a dagirker bi balafiran û rejîma Îranê bi bejahî xaka başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Îro herêma Çoman û devera Balekayetî ji aliyê hêzên Îranê ve hat topbaran kirin û balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker jî heman hêrêman bombebaran kirin.

Piştî tirafîka danustanidan a ji 12’ê hezîranê ku Serokê MIT’a Tirk ji bo Iraqê kirî û herî dawî serdana doh ya Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîf li tirkiyê, dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser xaka başûrê Kurdistanê zêde kir.

Hemwextî êrîşan rejîma Îranê jî êrîşî herêmê kir.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê, balafirên dewleta Tirk herêma Beraskên ya Çomanê bombebaran kir.

Hemwextî vê êrîşê rejîma Îranê jî herêma Bêşe û Marên ya dikeve ser Çomanê topbaran kir.

Ev êrîşên dagirkeriyê demek dirêj dewam kir.

Back to top button