Hêzên hikûmeta Şamê êrîşî xwepêşandêran kirin,9 kes bin çav kirin

Li herêmên hikûmeta Şamê, xwepêşandanên hilweşandina hikmetê dewam in. Hêzên hikûmetê êrîşî xwepêşanderan dikin û heta niha 9 kes bin çav kirine.

Li herêmên hikûmeta Şamê û bi taybet parêzgeha Suweydayê xwepêşandanên hilweşandinê dewam in.

Duh bi dehan ji şêniyên Suweydayê xwepêşandanek li qada El-Sêr li dar xist.

Malpera Suweyda 24 ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê xwepêşandan bi tundiyê ji hev belav kir.

Hemwextî wê li herêmê endamên partiya Bassê û çekdarên wê meşeke alîgirtiyê li dar xist û êrîşî xwepêşandanan kirin.

Nûçegihanê Suweyda 24 da zanîn istixbarata hikûmeta Şamê 9 kes bin çav kirin û navên wan jî hatin belge kirin.

Back to top button