134 çeteyên Sûrî bi balafireke Tirkî gihaştin Lîbyayê

Tevî hemû bangên navdewletî, dewleta Tirk veguhestina çeteyan bo Lîbyayê dewam dike. 

Li gorî çavkaniyan, duh 134 çeteyên Sûrî bi rêya balafireke Tirkî gihîştin Lîbyayê.

Ev yek di demekê de tê ku YE banga rawestandina şerê li vî welatî, nû kir.

Wezîrê Brîtanya yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê James Cleverly bi rêya telefonê bi serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac re axivî.

Cleverly banga vegera li maseya danûstandinan kir û teqez kir ku ti berdêl ji çareseriya siyasî re tune ye.

Duh jî wezareta derve ya Fransayê ragihadibû ku Tirkiyê, biryara NY ya qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê binpê dike.

Back to top button