TRUMP: EM DIKARIN LI BAREGEHÊN IRAQÊ JI BO OPERASYONÊN LI SÛRIYÊ PÊK BÎNIN

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh ji nişka ve serdana Iraqê kir û bêyî ku hevdîtinê li gel rayedarên Iraqê bike, tenê bi leşkerên Amerîkî re hevdîtin pêk anî.

Ev serdana Trûmp a ji nişkanve rastî bertekên aliyên siyasî yên Iraqê hat.

Komên li parlamentoya Iraqê banga lidarxistina civînekî awarte li ser mijarê kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û hevjîna xwe Melania Trump duh serdana leşkerên xwe yên li bargeha hawayî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê kir.

Li wir bi leşkerên Amerîkayê re hevdîtin pêk anî.

Serokê Amerîkayê Donald Trûmp tenê sê saetan li Iraqê ma.

Di wê demê de bi ti rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk neanî.

Donald Trûmp di axaftina xwe ya li baregehê de eşkere kir ku niyeta wan nîne ku leşkerên xwe ji Iraqê vekêşnin û got,

Ger operasyonekî leşkerî li Sûriyê pêk bînin, dikarin li baregehên Iraqê pêk bînin.

TRUMP BI RAYADARÊN IRAQÊ HEVDÎTIN NEKIR

Li aliyekî din Koşka Spî ya Amerîka bi daxuyaniyekê diyar kir ku Trûmp di serdana xwe bo Iraqê de ligel ti berpirsekî Iraqê ne civiya, ji ber ku ew berî demeke kurt ji serdanê hatin agahdarkirin û got,

Ji ber ewlehiyê hevdîtin pêk nehatiye.

Her wiha nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê jî daxuaniyek da û got:

“Pêwîst bû Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Serokê Amerîka Trûmp hevdîtin pêk bianiya, lê ji ber nêrîna cuda yên li ser awayê hevdîtinê hevdîtin pêk nehat.”

“RÊBAZA HATINE TRUMP SERWERIYA IRAQÊ BINPÊ DIKE”

Li aliyekî din jî Serdana ji nişkan a Trûmp a ku bêyî protokolên fermî û hevdîinên bi rayedarên Iraqê re rastî nerazîbûnên hêzên siyasî yên Iraqê hat.

Koma Çaksazî û Binyatdan ya li Parlamentoya Iraqê daxwaz kir ku parlamentoya Iraqê bi awayekî awarte li ser mijarê bicive û got:

“Serdana Trûmp binpêkirineke eşkere ya serweriya xaka Iraqê ye.

Weke Iraq wîlayetekî ji welatê Amerîkayê be.

Divê hikûmet vê serdanê red bike û bi lez NY’ê agadar bike û bang li Sefîrê Amerîka yê li Bexda bike.”

Leave a Reply

Back to top button