Koreya Başûr: Tevgera Koreya Bakur, baweriya navbera herdu Koreyan radike

Ofîsa serokatiya Koreya Başûr ragihand ku tevgera Koreya Bakur, baweriya di navbera herdu Koreyan de, ji holê radike.

Berpirsekî ji serokatiya Koreya Başûr, eşkerekirina daxwazeke wan a veşartî ji aliyê Koreya bakur ve, derbarê şandina nûnerekî serokatiyê ji bo çareserkirina aloziyan, rexne kir û gef li Koreya Bakur xwar.

Beriya niha, serokê Koreya Bakur Kîm Yû Jong ragihandibû, ku ew ê ji peymana sînorkirina aloziyên leşkerî, ku sala 2018’an di navbera herdu Koreyan de hatibû îmzekirin, vekişin.

Ev yek weke bertek li ser belavkirina belavokên li dijî hikumeta Biong Yang, ji aliyê çalakvanên li Koreya Başûr ve hat.

Duh jî, ofîsa hevpeywendiyan a hevbeş li herêma Kaesong hat teqandin û Koreya Başûr ya Bakur bi vê teqînê tawanbar kir.

Back to top button