Mike Pompeo: Nepejirandina Îranê ya gihîştina cihên Nukleerî, nayê pejirandin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo teqez kir ku nepejirandina Îranê ya gihîştina Ajansa Navneteweyî ya Enerijiya Atomî ji bo 2 cihên Nukleerî, nayê pejirandin.

Mike Pompeo da xuyakirin ku, Îran bi nehiştina gihîştina venêrîneran, metirsiyekê diafirîne.

Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkî jî diyar kir ku, “Amerîka, piştgiriyê dide daxwaziya rêveberê giştî yê Ajansa Enerijiya Atomî Raphael Grossi ya venêrandina cihên Nukleerî yên Îranî yên gumandar.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebbas Mûsewî dabû zanîn ku, eger Ajansa Enerijiya Atomî ti biryaran der heqê wan de bistîne, dibe ku bertekên tund bên dayîn.

Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî Raphael Grossi jî got:

“Me berî 4 mehan ji Îranê daxwaziya venêrandina 2 cihên Nukleerî kiribû û heta niha bersiv nehatiye dayîn.”

Back to top button