Amerîka: Tenê rêya çareseriya siyasî li pêşiya Esed heye

Piştî qanûna Qeyser kete meriyetê, Amerîka ragihand ku, ji bo cezayên li ser hikumeta Şamê rawestin, tenê rêya çareseriya siyasî li pêşiya Esed heye. Rûsya jî dibêje, Amerîka bi van cezayan, hewl dide desthilatdariya rewa ya li Sûriyê hilweşîne.

“An çareseriyeke siyasî, an jî cezayên aborî yên nû”..

Amerîka ev herdu bijarte danîne pêş rejîma Beşar Esed.

Nûnera Amerîka li Konseya Ewlekariyê ya NY Killy Craft , derbarê qanûna Qeyserê ku îro kete meriyetê, axivî.

Craft diyar kir ku, ji bo pêşîgirtina li serkeftineke leşkerî ya rejîma Sûrî û vegera wê li danûstandinên siyasî, Rêveberiya Koşka Spî dest bi pêkanîna qanûna Qeyserê dike.

Li gorî vê qanûnê, eger kesên sûc kirine neyên darizandin, wê ceza li hikumeta Şamê û kompaniyên hevkariya wê dikin, bên birîn.

Ev qanûn her wiha hin kes û şîrketên Rûsî û Îranî, ku hevkariya Esed dikirin, armanc dike.

Li gorî Nûnera Amerîka li Konseya Ewlekariyê, “ev qanûn, çi aliyên ku tiliya wan di kirinên hovane yên rejîma Esed der heqê gelê Sûrî de heye, dike armanc”.

Killy Craft teqez kir ku “bijarteyek zelal li pêşiya Esed heye, ew jî çareseriya siyasî li gorî biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ye.. Eger na, Amerîka dê cezayên aborî û rawestandina alîkariyên jinûve-avakirinê dewam bike”.

Rûsya: Amerîka hewl dide desthilatdariya rewa ya li Sûriyê hilweşîne

Rûsya jî weke alîgirê rejîma Sûrî, bersiva xwe bi vî rengî da û li ser zimanê Nûnerê xwe yê li NY Vasily Nebenzya ragihand ku, Amerîka dixwaze desthilatdariya rewa ya li vî welatê hilweşîne û darbeyekê li gelê wê bixe.

Nebenzya got:

Ev cezayên, ku qaşo hikumetê dikin armanc, rasterast bandorê li gel dikin.

Dawiya Gulana borî, Yekîtiya Ewropayê jî cezayên yek-alî li dijî hikumeta Şamê dirêj kiribû.

Back to top button