Hesen Pena: Ji çaxa statuya Başûr çêbûye, dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî wê didomîne

Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Komûnîst a Îranê Hesen Rehman Pena da xuyakirin ku êrîşên dawî yên dewleta Tirk yên li ser Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser her çar parçeyên Kurdistanê ne.

Hesen Rehman Pena diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûr, ne tiştekî nû ye, ji çaxa ku statuya Başûr çêbûye û heta roja îro, êrîşên wê didomin.

Hesen Pena her wiha da zanîn ku, dewleta Tirk bi behaneya PKK’ê êrîş dike, lê di rastiyê de li dijî gelê Kurd û her çar parçeyên Kurdistanê pêk tîne.

Endamê Komeleya Komûnîst a Îranê Hesen Rehman Pena bang li tevahî partiyên Kurd kir ku dev ji berjewendiyên xwe yên partîtiyê berdin û li dijî êrîşên Tirkiyê helwestên siyasî nîşan bidin.

Li aliyê din, Rojnamevanên Duhokê jî bang li hikûmeta Iraq û Konseya Ewlekariyê ya NY kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bi rola xwe rabin û rê li pêşiya wan bigirin.

Back to top button