Rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi rêka terorîstên Îxwan El-Mislimîn dewletên Ereban dagir bike.
Pîrî got:
“Armanc û planên Erdogan ne tenê heremên Kurdan in, ew dixwaze welatên Ereban jî bi rêka rêxistina terorîst a Îxwan El-Mislimîn dagir bike û xewna xwe ya Osmaniya nû pêk bîne”.
Kadar Pîrî bang li tevahî hêzên azadîxwaz û demokratîkxwaz ên cîhanê, bi taybet gelê Ereb kir ku li hember planên Tirkiyê bisekinin, ku “divê dewletên Ereb di serî de Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat û Tûnis tev bigerin û zêdegaviyên dewleta Tirk bisekinin.”