Belgeyên veşartî yên êrîşên Tirkiyê li dijî Yûnanistanê hatin eşkerekirin

Belgeyên veşartî yên êrîşên Tirkiyê ya li ser Yûnanistanê eşkere bûn. Malpereke Siwêdî belgeyên plana Tirkiyê ya bi navê Çaqa Beg ku li dijî Yûnanistanê daniye, eşkere kir. 

Malpera “Nordic Monitor” ya siwêdî, ragihand ku ev plan bi navê “Çaqa Beg” ku fermandarekî Tirk yê sedsala 11’an bû, hatiye amadekirin.

“Nordic Monitor” eşkere kir ku ev belge di dosyaya lêpirsîna der barê darbeya 2016’an de ku bi şaşî ketin dosyayê de, hatin bidestxistin.

Ev plan jî bi navê Çaqa Beg e, ku wî kesî, geşta Tirk ya yekem di deryaya Îca de bi rê ve bir.

Malperê her wiha anî ziman ku dîtina van belgeyan hişt Desteya Erkana Giştî bitirse û Sererkanê wê Ocur Tarcîn hişyariya belavkirin û eşkerekirina van agahî û belgeyan da.

Back to top button