Meclisa Dada Civakî ya Minbicê: Bêdengiya navneteweyî piştgiriyê dide Tirkiyê

Bi dewamkirina êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên başûrê kurdistanê bertek li Bakur û Rojhilatê Sûrî ranawestin.

Meclisa Dada Civakî ya Minbicê, Rêxistinên civaka sivîl ên li herêma Tebqayê û Rêveberiya Jinan a Reqayê bi daxuyaniyên cuda êrîşên dewleta Tirk şermezarkirin.

Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku bêdengiya navneteweyî dihêlê dewleta Tirk sûcên li dijî şêniyên herêmê bidomîne.

Meclisa Dada Civakî ya Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bêdengiya navneteweyî dihêle dewleta Tirk hîn zêdetir sûc û binpêkirinan pêk bîne.

Meclisa Dada Civakî ya Minbicê bang li Koalîsyona Navneteweyî û saziyên NY’yê kir ku tedbîrên bilez ji bo van êrîşan bigirin.

Rêxistinên Civaka sivîl ya Tebqayê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezarkirin

Bi heman armancê Rêxistinên civaka sivîl ên li herêma Tebqayê jî daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku êrîşên dewleta Tirk berdewama êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê ne.

Rêxistinan diyar kirin ku Tirkiye hewl dide xewnên bav û kalên xwe yên Osmanî dubare bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxisinên mafnas û Meclisa Ewlehiyê hat kirin ku sînorekî ji êrîşên dewleta Tirk re deynin.

Jinên Reqayê: Ji qirkirina gelê Efrîn, Şengal û Mexmûrê re êdî bese

Her wiha Rêveberiya Jinan a Reqayê jî sûcên dewleta Tirk şermezarkir û got:

Ji qirkirina gelê Efrîn, Idlib, Şengal û Mexmûrê re êdî bes e

Jinan bang li civaka navneteweyî kir ku li ber sûcên Edogan ên li dijî jinên Rojhilata Navîn pêk tîne, bê deng nemînin.

Back to top button