Wezareta Tenduristiyê ya Şamê: Kesek din bi Coronayê mir

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê ragihand ku keseke din bi vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku jinek ku temenê wê 70 salî ye bi vîrûsê mir.

Li gorî wezaretê, heta niha hejmara kesên ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane bû 7 kes.

Her wiha hejmara kesên nexweş jî gihaştiye 177 an.

Back to top button