PYNK-ENKS’ê serketina qonaxa yekemîn ya danustandinan ragihandin

Hêviya kurdên li Rojava ya ji bo Yekrêziya Partiyên Kurd careke din geş bûye. Piştî danustandinên dirêj yên di nava partiyên siyasî yên kurd de, êdî qonaxa yekem bi serkeftî bi dawî bû.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd û Encûmena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyê têkildarî hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî daxuyaniyeke hevpar dan.

Aliyan teqez kirin ku qonaxa yekemîn ya danustandinên pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd temam kirin.

Ji despêka şerê Sûrî ve, ji bo yekrêziya partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê danustandin tên kirin.

Roj hat, danustandinan hêviya yekrêziya partiyan di nava gel de da avakirin û dilê gel xweş kir, car hat danustandin veguherîn tewanbariyan.

Piştî pêvajoyek dur û dirêj û di demek êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser kurdistanê zêde bûyî de, agahiyek kefxweşiyê derket.

Dimenê ku gelê kurd dixwest bibîne, piştî demek dirêj doh di çapemeniyê de derket.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd û Encûmena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyê têkildarî hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî daxuyaniyeke hevpar dan.

Aliyan diyarkirin ku qonaxa destpêkê ya diyaloga ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd temam kirin.

Şandeyan li ser nêrîneke siyasî ya hevpar li hev kirin û xalên Peymana Duhokê ya 2014’an (Rêveberî, Hevkarî, Ewlekarî û Parastin) weke bingeha hevdîtinên navbera her du aliyan qebûlkirin.

Di demeke kurt de wê peymaneke giştî ya nû bê îmzekirin.

PNYK û ENKS’ê bal kişandine ser hevkarî û yekîtiya Kurdên li Sûriyê û berjewendiya gelên Sûrî.

Aliyan diyarkirin ku wan ev gav di oxira şehîd, gazî û malbatên wan yên ji bo parastina rûmetê şehîd bûne avêtine.

PNYK û ENKS’ê ev gava bi sponsoriya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Şêwirmendê DYE’yê yê li nava Koalîsyona Navneteweyî Wîllîam Robak bi dîrokî binav kirin.

Partiyan, ji ber xebata Fermandar Mazlûm Ebdî û piştgiriya Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî spasiya wan kirin.

Back to top button