KCK: Heta bi fermî lêborîn ji PKK’ê û gelê Kurd re neyê xwestin divê doza palme neyê girtin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê doza Olof Palme ya ku 34 sal şûnde hate girtin, diyar kir ku girtina dosyayê ji bo gelê Swêdê ‘helwesteke rûmetşikên e’ û ji bo gelê Kurd jî tê wateya bêdaletî û bêhurmetiyê.

KCK’ê got: “Heta ku ji gelê Kurd û PKK’ê lêborîn neyê xwestin, divê ev doz neyê girtin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê girtina dosyeya lêpirsînê ya li ser cînayeta serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme ku di sala1986’an de hatibû kuştin, nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin gotin:

“Hate diyarkirin ku dosyeya cînayeta li ser serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme hatiye girtin.

Bi vî awayî wekî cînayeteke kujerên wê ne diyar kete dîrokê.

Di heman demê de wekî belgeyeke şermê ye jî.

Neditîna kiryarên vê cînayetê di serî de ji bo gelê Swêdê wê wekî rewşeke rûmetşikên û travmatîk were bibîranîn.

Dîtina kujerên vê cînayetê hate astengkirin û di dawiya dawîn de jî dosye hate girtin.

Piştî cînayeta li ser Olof Palme PKK hate sûcdarkirin û şopandin.

Li hemû dinyayê li dijî PKK’ê kampanyayek hate kirin.

Bi vê bûyerê re hewl hate dayîn PKK wisa nîşan bidin ku rêxistineke terorîst e û kesên demokrat dike hedef.

Bi vî awayî ne bi tenê PKK, hemû Kurd xistin bin tometê.

Bi vî awayî xisarên mezin dan têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.

Ji bo ku pêşiya meşrûiyet û pêşveçûna têkoşîna PKK’ê were girtin, xwestin vê cînayetê têxin stûyê PKK’ê.

Gladyoya NATO’yê bi vê cînayetê re xwestiye çend hedefên xwe bi dest bixe.”

KCK’ê diyar kir ku girtina vê dosyeyê di serî de ji bo gelê Swêdê, ji bo demokrat û sosyalîstên wê jî helwesteke rûmetşikên e û got:

Divê gelê Swêdê û demokrat vê rewşê qebûl nekin û ji bo ronîkirina vê cînayetê mudaxeleya pêwist bikin.

Em bawer in di serî de gelê Swêdê wê hêzên demokratîk ên li Ewropayê vê rewşê qebûl nekin û vê dozê bişopînin.

Girtina dozê li hemberî gelê Kurd jî tê wateya bêedaletî û bêhurmetiyê. ”

KCK’ê got:

Heta ji gelê Kurd û PKK’ê lêborîn neyê xwestin nabe ku ev doz were girtin!

Divê derkeve holê ku çawa xisar dane gelê Kurd û têkoşîna azadiyê.

Divê ji gelê Kurd û PKK’ê lêborîn were xwestin.”

KCK’ê di dawiyê de kuştina Olof Palme şermezar kir û ji bo ronîkirina cînayetê, banga têkoşînê li gelê Swêd, gelê Kurd û demokratan, kir.

Back to top button