KOMKUJIYA ROBOSKÎ.. KUJERÊN 34 CIWANÊN KURD HÊ JÎ AZAD IN

Îro salvegera Komkujiya Roboskî ye..

Di ser kuştina 34 ciwanên Kurd 7 sal derbas bûn…

Tevî ku yên ferman dayî diyar in, kujer hê jî azad in..

Li ser sînorê çêkirî yê ku di encamê de Kurdistan hatiye pereçkirin, li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Şirnexê Qilabanê,

Piraniya ciwan û zarokên vî gundî ji ber siyasetên cihêkariyê yên dewleta Tirk, neçar diman her demeke bi kîlometreyan bimeşin û ji Başûrê Kurdistanê pêdiviyên xwe ên jiyanî peyda bikin..

Ew ne bazirgan bûn…

Bê goman ev yek jî beramberê dayîn hin pereyan ji bo eskerên Tirk ên li qereqola gund dihate kirin..

Yanî ji her çûneke van kesan, leşkerên Tirk haydar bûn..

Weke her carê êvara 28’ê Kanûna sala 2011’an 38 mirovên gundê Roboskî , barên çay û mazotê li hêstirên xwe kirin û ketin ser rêya vegrê..

Dema ev ciwan û zarokên Roboskî li ser rê bû, artêşa dagirker ji berpirsên xwe ên siyasî û leşkerî ferman wergirtibûn ku vê koma ji Kurdan bikujin..

Ji bo pêkanîna vê komkujiya hovane jî di nava kelecaneke mezin de bûn.

Saet di navbera 9- û 10’ê êvarê de, balafirên şer bombe bi ser ciwanên Robiskî de barandin û bedena wan pereçe kirin.

Di encamê de

34 mirov, 34 zarok, 34 Kurd hatin kuştin.

Ji wê rojê ve, êdî navê Roboskî jî li dîroka komkujiyan hat zêde kirin.

Weke her carê, artêşa dagirker ji bo bi ser vê hovîtiya xwe bigre, ket pey peydakirina bahaneyên pûç.

Ku rapora komîsyona lêkolînê ya Meclisê û her wiha dîmenên keşfê yên beriya êrişê li ber çavan bûn, bi biryara parlementerên AKP’ê hat gotin, ev êriş bi zanebûn nehatiye kirin..

Ji ber hevkariya, artêş, desthilata siyasî û dadgeriya wê, pêvajoya lêpirsîna Komkujiya Roboskî 2 sal û 7 mehan dewam kir.

Encam:

Ti hesab ji kujer û berpirsiyarên komkujiyê nehat pirsîn û dosya kuştina 34 kesan piştî 4 salan hat girtin..

Bê goman tenê dadgeriya Tirk, her wiha saziyên cîhanê jî ji bo kujer neyên cezakirin bi xemsarî tevgeriyan..

Ji ber mijar zarokên Kurdan bû, ji dozgeriya Qilabanê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê, huqû li binê piyan ma..

Di ser Komkujiya Roboskî re 7 sal derbas bûn.

Li pey 34 bedenên parçekirî şerm û rûreşiyeke mezin ma ku her kesî para xwe jê girt.

Kujer diyar in, lê nayên cezakirin..

Roboskî jî 7 salin bê navber bi rûmeta xwe li ber xwe dide.

Leave a Reply

Back to top button