Tuesday 2026/06/09
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Hêzên hikumeta Şamê, gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin

June 17, 2020
in SÛRIYÊ
A A
Hêzên hikumeta Şamê, gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Rojane agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê tê binpêkirin. Herî dawî jî hêzên li gundewarê Hema û Idlibê ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin topbarankirin.

Li Humsê jî istixbarata hikûmetê fişarê li malbatên ku razî nebûn koçber bibin, dike Guhdariyê li telefonên wan dike û piştre bi ser malan de digire û kesên bi guman bin çav dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ragihand ku vê sibehê hêzên hikumetê herêmên li Doyêr El-Ekrad û Ziyara ya Hemayê topbaran kirin..

Duh nîvê şevê jî, deverên Fitêra, El-Bara û Filêfila yên gundewarê Idlibê topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagiker jî şandina çekan bo Idlibê didomîne.

Li gorî Çavêdiriya Mafên Mirovan a Sûrî, îro 16 maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê bûn..

Bi vê yekê re, ji destpêka ragihandina agirbestê û heya niha, jimara maşîneyên leşkerî gihaşt 4 hezar û 110’an.

Istixbarata hikûmetê şêniyên Humsê yên koçber nebûn, asteng dike

Li bajarên ku li vê dawiyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve bi piştgiriya Rûsyayê hatin kontrolkirin jî tansiyon bilind dibe.

Li bajarê Humsê di encama bazara di navbera Rûsya û Tirkiyê de rêjeyeke mezin ji xelkê bajêr yê resen koçber bû.

Lê belê beşek ji xelkê bajêr razî nebû ji ser mal û milkên xwe koçber bibe.

Ji bo ku istixbarata hikûmetê wan bide koçberkirin, zext û fişarê li wan dike.

Guhdariyê li telefonên malbatên ku nasên xwe koçberî bakurê Sûriyê wek Idlibê bûne, dike û bi ser malan de digire.

Herî dawî hêzên istixbaratê bi ser hinek malên taxên Humsa Kevn de girtin û ew xistin ber lêpirsînê.

Di lêpirsînê de istixbaratê ew bi peywendiya li gel terorîstan tawanbar kirin.

Dema ku malbatan tawan red kirin, detayên telefonên wan li gel nasên wan ên li bakurê Sûriyê li ser kaxezê nîşanî wan kirin.

Lê herî zêde jî hêzên ewlehiyê yên hikûmetê çavdêriyê li dikanên veguhastina pereyan dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku istixbarata hikûmetê gelek kes ku di nav de jin jî hene, piştî ku dest danîn li ser pereyên wan ew li taxa Kerem El-Şamî bin çav kirin.

Hikûmeta Şamê heman kiryarên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan li Efrînê dike, li bajarên ku vê dawiyê kontrol kirine, dike.

Di encamê de her du alî dixwazin guhertina demografîk pêk bînin.

 

Previous Post

Desteya Aborî û Çandiniyê: Me dest bi dayîna fatoreyên genim kir

Next Post

HPG: Dewleta Tirk a dagirker wê derba dîrokî bixwe

Weşana girêdayî

DOSYA-Koçberên Efrînê
SÛRIYÊ

Sibe koma 8’an ya Koçberên Efrînê vedgere bajarê xwe

Li Helebê kesek ji aliyê 2 çekdarên nenas ve hate kuştin
SÛRIYÊ

Li Helebê kesek ji aliyê 2 çekdarên nenas ve hate kuştin

Li Humsê êrişa çekdarî; kesek hat kuştin
SÛRIYÊ

Li Humsê êrişa çekdarî; kesek hat kuştin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye