HPG: Dewleta Tirk a dagirker wê derba dîrokî bixwe

HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Heftenînê daxuyaniyek weşand û got: ”Navê vê tevgera dagirker a ji bejahiyê her çi dibe bila bibe, bi rengekî karîger wê were bersivandin û dewleta TC’yê wê derba dîrokî bixwe.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Heftenînê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir.

“30’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li Ovacik a Dersimê, li geliyê Axvanisê operasyoneke dagirkirinê daye destpêkirin.

operasyona ku heta 7’ê Hezîranê dom kirî di navbeyna gerîlayan û dagirkeran de şerekî giran rû daye.

Gelek leşkerên dijmin hatine kuştin, di vî şerî de hevalên me Agir, Delîl, Rênas, Mûnzûr, Gulan û Jiyanda ku 8 rojan bi fedayî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûne.

15’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Derarê ya herêma Metîna bombe kiriye.

23’ê Tebaxa 2019’an Artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Heftenînê tevgera dagirkirinê dabû destpêkirin û 16’ê Hezîranê êrîş li ser herêmê daye destpêkirin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku cihên stratejik ên Qadên Parastinê yên Medyayê bi dest bixe û wan hesaban dike ku Başûrê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe.

Dewleta Tirk a qirker li hember berxwedana gerîlayan ku her roj derbên giran dixwe, navê vê tevgera dagirker a ji bejahiyê her çi dibe bila bibe, bi rengekî karîger wê were bersivandin û dewleta Tirk wê derba dîrokî bixwe.”

HPG’ê diyar kir ku îro balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker qada Deşta Kafya ya herêma Garê bombe kiriye.

Li gorî daxuyanîya HPG’ê di van bombebaran de ti ziyan li gerîlayan nebûye.

Back to top button