Wezareta Derve ya Çînê agirbest ragihand

Piştî ku artêşa Hindistanê ragihand ku di encama şerê navbera wan û artêşa Çînê de 20 leşkerên wan hatin kuştin,wezareta derve ya Çînê ragihand ku wan û Hindistanê li ser agirbestekê lihevkirine.

Wezareta derve ya Çînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dibe bi agirbesta hatiye ragihandin hemû nakokî çareser bibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev agirbest bi riya telefonê di navbera wezîrên derve yê Çînê û yê Hindistanê de pêk hat.

Wezîrê Çînê Wang Yî jî destnîşan kir ku divê kesên berpisyarê nakokiyan werin cezakirin.

Duşema borî, her du welatan hevdu bi berpirsyariya şerê ku li devera Ladax a rojavayê Hêmelayayê rû dayî, tawanbar kiribûn.

Back to top button