Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku wan 2 çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Mergeda yê Hesekê girtin.
Her wiha QSD’ê ragihand ku bi her du çeteyan re çek û cebilxaneyên wan hatin girtin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku QSD’ê pêngava bi navê ” Têkbirina Terorê” 4 Hezêranê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li bejahiya Dêra Zorê dest pê kiribû.
Herî dawî jî fermandarê giştî yê Hêza Sûriya Demokratîk ragihandibû ku pêngav bi serkeftî derbas bû û di encamê de 110 çete hatin gitin.