Bedlîsiyan meşvanên HDP’yî li ser rê pêşwazî kirin

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ev 3 rojin “Li dijî darbeyê meşa demokrasiyê” daye destpêkirin. Aliyê meşê yê Colemêrgê piştî Wanê berê xwe da Bedlîsê û ji aliyê gel ve bi coş hate pêşwazîkirin.

“Meşa Demokrasyê ya li dijî darbeyê ev 3 rojin dewam dike.

Tevî hemû zext û provakasyonên faşîzma AKP’ê, HPD’yî bi biryardarî meşa xwe didomin.

Meş ji aliyê gel ve jî rastî eleqeyekî mezin tê.

HDP’yî yên ku ji Colemêrgê ber bi Enqereyê dimeşin, piştî Wanê berê xwe dan Bedlîsê.

Tevahiya rê welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî meşvanan dan.

Meşvanan li devereke nêzî Tetwanê navber dan meşa xwe û li ber stranan govend gerandin.

Li vê derê coşeke mezin û dîmenên gelek rengîn derketin holê.

Piştre meşvanan bi wesayîtan ber bi Tetwanê ketin rê.

Dorpêça polisan a li navçeyê balkêş bû.

Meşvanên demokrasiyê li Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê bi gel re hatin cem hev.

Li wir parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axaftinek kir û destnîşan kir ku armanca meşa wan azadî, çareseriya Pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyê ye.

Piştî vê hevdîtinê, girseya meşê ber bi navenda Bedlisê ve derket rê.

Back to top button