‘TIRK DIXWAZE XWE BIKE XWEDIYÊ KERKÛKÊ’

Destwerdana dewleta Tirk a dagirker ya li Kerkûkê dikeve qonaxek din.

Dewleta Tirk niha hewl dide sefaretxaneya xwe li bajarê Kerkûkê veke.

Çavdêrên siyasî yê başûrê Kurdistanê İmad Mihemed ji ajansa RojNews re axivî û got,

Piştî Erdogan hat ser desthilatdariyê, destwerdanên dewleta Tirk yên li Herêma Kurdistan zêde bûn.

Tirkiye dixwaze siyaseta xwe li ser herêmê bide qebûl kirin.

Bi taybet Tirkiye bi awayek berçav dest bi kar û barê Kerkûkê dike.

Sedema vê yekê jî bêdengiya Hikûmeta başûrê kurdostanê û Hikûmeta Iraqê ye.

Niyeta dewleta Tirk ji bo vekirina sefaretxaneya xwe ya li Kerkûkê xirabe.

Hevserokê Meclîsa Kerkûkê yê Tevgera Azadî, Komel Serhed jî got;

Armanc ji destwerdana dewletaTirk a dagirker guhertina demografiya Kerkûkê ye.

Dixwazin heman zext û aqilê dinava dewleta xwe de heyî, li Kerkûkê jî belav bike.

Leave a Reply

Back to top button