Mêrdîniyên ku xwestin tevlî meşê bibin, ji aliyê faşîzma AKP’ê ve hatin astengkirin. Aliyê Edîrne yê meşê jî li Stenbolê hevdîtinên xwe didomînin.
Astengî û êrişên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî Meşa Demokrasiyê ya HDP’ê dewam dikin.
HDP’iyên ku ji Mêrdîn û navçeyên wê ber bi Amedê ve bi rê ketin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Endamên HDP’ê ji Mîdyat, Dêrik, Nisêbîn, Qoser û navçeyên din bi rê ketin, lê belê li ser rêya Mêrdîn û Amedê li bendên kontrolê hatin rawestandin.
Destûr ji wan re nehate dayin ku ji bajêr derkevin.
Bûldan: Pêwistî bi helwestek nû heye
Meşa HDP’ê ya milê Edîrneyê jî didome.
Şandeya Edîrneyê jî li Stenbolê ger û serdanên xwe dewam dike.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan çû serdana Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê.
Bûldan bal kişand ser girîngiya meşa wan û got “Pêdivî bi helwesteke nû heye.”