Artêşa Niştimanî Rojavayê bajarê Sêrtê weke herêmeke şer ragihand

Artêşa Niştimanî rojavayê bajarê Sêrtê weke herêmeke şer ragihand. Îtalyayê jî li ser sûcên şer yên ku çeteyên Hikûmeta Wîfaq û çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê pêk anîne, banga lêpirsînê kir.

Li ser destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê, Fransayê bang li NATO’yê kir ku helwestekê li hember Enqereyê bigire.

Artêşa Niştimanî jî ji bo pêşîgirtina pêşketina leşkerî ya çeteyên Hikûmeta Wîfaq û çeteyên dewleta Tirk rojavayê bajarê Sêrtê weke herêma operasyonên leşkerî ragihand.

Artêşa Niştimanî bang li welatiyan kir ku nêzî herêmê nebin ji ber weke herêmeke şer hatiye ragihandin.

Şandeye Tirk payelibind giya Lîbyayê

Li aliyê din, şandeyek Tirk ku ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglû, Wezîrê Darayî û Aboriyê Berat Albayrak, Serokê Istixbaratê Hakan Fidan û Berdevkê Serokkomariya Tirk Îbrahîm Kalîn pêk tê, gihişt Lîbyayê.

Ev serdan di wê demê de tê ku çeteyên Hikûmeta Wîfaqê bi piştgiriya Tirkiyê piraniya herêmên rojavayê welêt kontrol kirine.

Tê gotin ku şanedeya Tirk ji bo avakirina du baregehên nû yên Tirk li welêt bi rayadarên Hikûmet Wîfaq ya Ixwanî re nîqaş kirine.

Îtalyayê derbarê sûcên li tehûnayê banga lêpirsînê kir

Her wiha Têkildarî binpêkirin û sûcên şer yên ku li Lîbyayê ku ji aliyê çeteyên hikûmeta Wîfaq û çeteyên dewleta Tirk de pêk tên, Wezareta Deve yê Îtalyayê daxuyaniyek da.

Wezaretê li ser vedîtina gorên komî li herêma Terhûnayê daxwaz kir ku aliyên ev sûc kirine werin cezakirin.

Frans: Dijî destwerdana Tirkiyê, divê NATO elwestekê bigire

Derbarê destwerdana yekser ya dewleta Tirk li xaka Lîbyayê jî, Wezareta Parastinê ya Fransayê bang li NATO’yê kir ku helwestekê li hember Enqereyê bigire.

Rûsya: Ji bo pêkanîna agirbestê, em piştgiriya didin hewildanên Amerîkayê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî, ji bo pêkanîna agirbestê li Lîbyayê, piştgiriya xwe ji hewildanên Amerîkayê anî ziman.

Back to top button