Devera Sîdekan a Hewlêrê hat bombebarankirin, sivîlek şehîd bû

Duh balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Sîdekan a Hewlêrê bombebaran kirin, di encamê de sivîlek şehîd bû.

Li gorî agahiyan, balafirên dewleta Tirk a dagirker koçberên Berde Spî hedef girtin.

Di encamê de, sivîlê bi navê Ebas Mexdît şehîd bû.

Tê zanîn, êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê hê jî berdewam dikin.

Back to top button