Li Tirkiyê 70 girtî bi Coronayê ketine, 6 girtiyan jî jiyana xwe ji dest da

Di dema Coronayê de, ji ber xemsariya hikumeta faşîst AKP’ê, bi taybet girtiyan zirereke mezin dît. Rêveberiya Giştî ya Cezayan, ragihand ku 70 rewşên pêketinê li girtîgehên Tirkiyê hatin tomarkirin û 6 girtiyan jî jiyana xwe ji dest da.”

Rêveberiyê diyar kir ku “di pêvajoya vîrûsa Coronayê de, 70 rewşên pêketinê hatin tomarkirin û her wiha 6 girtîyan jî jiyana xwe ji dest da”.

Di dema Corona de, her çiqas hewldanên veşartina rastiyê ji aliyê Tirkiyê ve hebûn jî, Tirkiye ji wan welatan bû ku herî zêde zirar dît û vîrûsê bandoreke neyînî lê kir.

Ev jimara zêde jî, ji ber xemsarî û negirtina tedbîrên pêwîst ji aliyê hikûmetê de, derketin holê.

Back to top button