YPG’Ê: LI DIJÎ GEFÊN DAGIRKERIYÊ, LAZIME HÊZÊN SÛRÎ SÎNORÊN MINBICÊ BIPARÊZIN

Li dijî gefên dagirkirina Minbicê ji aliyê dewleta Tirk ve, Fermandariya Giştî ya YPG’ê bang li hêzên Sûrî kir da ku bi erka parastina sînorê vî bajarî rabin.

Fermandariyê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser van xalan;

Hêzên me bi salane li dijî terorê şer dikin û gelek dever ji dagirkeriya wan rizgar kirin.

Niha ev deverên rizgarkirî bi êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk re rû bi rû ne.

Divê were zanîn ku gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî tê wateya rûxandin, kuştin û koçberiyê.

Mînakûn vê yekê beriya niha li Cerablus, Ezaz, Bab û Efrîn hatin dîtin.

Ji bo em karibin hebûna terora DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî û deverên din bidawî bikin, em ê hêzên xwe ji derdora Minbicê vekişînin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bang li rêveberiya Şamê kir ku hêzên xwe li ser sînorê Minbicê bicih bike û li dijî hewldana êrişa dagirkeriya Tirk raweste.

Leave a Reply

Back to top button