Komeleya Niştimanî ya Sûriyê tevli MSD’ê bû

Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ew tevlî Meclisa Sûriya Demokratîk bûn. Di civînê de serokê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê Emîr Zêdan axivî û got,

Li gorî prensîp û armancên Komeleya Niştîmabî ya Sûrî û weke teqezî li ser karê hevbeş û rêxistinkirî, em tevlîbûna xwe li nava Meclisa Sûriya Demokratîk MSD radigihînin.

Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ew tevlî Meclisa Sûriya Demokratîk bû.

Civîna çapemeniyê li Viyanayê hat lidarxistin.

Di civînê de serokê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê Dr. Emîr Zêdan û hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar axivîn.

Emîr Zêdan daxuyaniya koalîsyonê xwend û got,

Li gorî prensîp û armancên Komeleya Niştîmabî ya Sûrî û weke teqezî li ser karê hevbeş û rêxistinkirî, em tevlîbûna xwe li nava Meclisa Sûriya Demokratîk MSD radigihînin.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar jî anî ziman ku dema di navbera gelê Sûriyê de diyalog li dar bikevin û armanc yek be, wê her kes bibîne ku rêya wan yek e û got,

“Komeleya Niştimanî ya Sûriyê xwe wekî desteyeke niştimanî, siyasî û civakî dide naskirin û nûnertiya hemû pêkhate û hêzên bingehîn ên Sûriyê dike.

Komele, desteyeke demkî ku cihê Beşar Esed têde tune be, weke çareseriya siyasî û pêşdîtina pêşerojê ya Sûriye dibîne.

Her wiha daxuyaniya Cenêvê jî wekî rêgezekî esasî ku ji wir divê dest bi kar were kirin û avakirin, ji xwe re esas digire.”

Back to top button