HPG: Li Heftenînê bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin

Grîlayên HPG’ê li ser êrişên dagirkeriyê yên artêşa dewleta Tirk ên li Heftenînê û çalakiyên gerîla agahî da û diyar kir, “Di şer û çalakiyan de bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî parvekirin.

14’ê Gulanê gerîlayan li ser rêya navçeya Qelqelî ya Wanê kontrayekî bi navê Yildirim Demîr ceza kirin.

Dagirkeran piştî çalakiya cezakirinê li herêmê dest bi operasyonekê kirin, lê bê encam man.

18’ê Gulanê li qada Aşkîta ya navçeya Elbakê ya Wanê artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyoneke dagirkirinê kir.

Ev operasyon heman rojê bi rengekî bê encam vekişiya.

9’ê Hezîranê dagirkeran li qada gundên Paçan û Perez ên navçeya Payîzava ya Wanê dest bi operasyona dagirkirinê kirin.

Ev operasyon 10’ê Hezîranê bê encam ma û hêzên operasyonê xwe vekişandin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di vê çarçoveyê de;

16’ê Hezîranê balafirên şer ên hêzên dagirker bombe, top û hawan li qadên Bektorya, Şehîd Kendal, Şehîd Berîvan, Tepê Dûpişkê û Keşanê barandin.

Piştî vê bombebaranê dagirkeran bombe li qadên Şehîd Sîpan, Şehîd Berîvan, Tepê Dûpişkê barandin û leşkerên xwe li herêmê danîn.

Hêzên dagirker ên hewl didan xwe li Girê Şehîd Adar deynin li berxwedana gerîlayan rast hatin.

Gerîlayan li helîkopterên dagirkeran reşandin û dagirker beriya ku xwe li herêmê deynin neçar man vekişin.

17’ê Hezîranê gerîlayan li girên Şehîd Berîvan û Kato Sulê bênavber çalakiyên sabotajê li dar xistin û 4 caran tevgera dagirkeran li qadê rawestiya.

Di şer û çalakiyên gerîlayan li herêma Heftenînê hatin lidarxistin de, bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Dagirker her wiha êrişê dibin ser gundên li herêmê û ji ber bombebaranê şewat li herêmê derketiye.

Di heman rojê de qada Derarê ya herêma Metînayê hate bombebarankirin.

Balafirên şer îro qada Kanî Sarkê ya herêma Garê, qada Saca û Çemço ya Zapê bombebarankirin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê ji ber bombebaranê tiştek bi gerîlayan nehat, lê belê şewat li qada Sacayê derket.

Back to top button