Erebîstana Siûdî: Êrîşên Tirkiye û Îranê nayê qebûlkirin

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî êrîşên dewletên Tirkiye û Îranê yên li ser xaka Iraqê şermezar kir û got: Iraq ji bo parastina xwe çi biryarê bigire, emê piştgiriyê bikin.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî derbarê êrîşên dewletên Tirk û Îranê yên li ser axa Iraqê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku êrîş hatin şermezarkirin de, hate gotin êrîş nayên qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi van êrîşan mudaxeleyî karên dewletek Ereban tê kirin û wiha hat gotin:

“Ev binpêkirinek eşkere ya li ser axa Iraqê ye tehdîtek li ser ewlekariya herêmê û Ereban e.

Iraq ji bo parastin û ewlehiya xwe çi biryarekê bigire, emê piştgiriya wê bikin.”

Back to top button