Hilweşandina hikûmeta Şamê û çûna El-Esed bûye rojeva alîgiran

Bi destpêkirina Qanûna Qeyser a cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê, Sûriye derbasî qonaxene din bû. Li herêmên hikûmeta Şamê xwepêşandan berdewam dikin û bangên hilweşandina hîkûmetê her diçe bilind dibin.

Li herêmên dagirkirî jî, bi hinceta vê qanûnê lîreyê Tirk fermî bûye.

Her ku diçe rewşa jiyanî ya welatiyên Sûrî ji ber bênirxbûna lîreyê Sûrî beramberî dolar zehmetir dibe.

Bi destpêkirina Qanûna Qeyser li dijî hikûmeta Şamê guhertinek ber bi çav di nêrîn û helwestên alîgirên hikûmetê de çêbû.

Êdî alîgirên hikûmetê gihîştin baweriyekê ku hebûna El-Esed li ser wan bargiranî ye.

Ji ber vê yekê xwepêşandanên hilweşandina vê hikûmetê û çûna El-Esed li Suweydayê dest pê kir.

Wek xuya ye dê ew xwepêşandan derbasî herêmên hikûmetê yên dîtir jî bibin.

Bi destpêkirina sepandina cezayên aborî li dijî kes û rêxistinên ku bi hikûmetê re dide û distîne re, berpirsên hikûmetê El-Esed û hevjîna wî di nav de derbasî qonaxeke xeternak dibin.

Di mehên pêş de li herêmên hikûmetê dê guhertin û veguhertinên nepêşbînkirî derkevin holê

Weke bahane ji bo rewakirina dagirkeriyê tê bikaranîn

Li herêmên dagirkirî jî, rewşa jiyanî ya welatiyan ji ber bênirxbûna lîreyê Sûrî pir xerab bûye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku derbaskirina lîreyê Tirk li nav herêmên dagirkirî hişt ku bêtir lîreyê Sûrî bênirx bimîne.

Lê qaşo meclisên çeteyan yên bajarên wek Cerablus, Bab, Ezaz û bajarên din bang li bazirganan kirin ku tenê bi lîreyê Tirk bidin û bistînin.

Li Idlibê îro heyeta Tehrîr El-Şam ango Cebhet El-Nûsra derbarê kirîn û firotina erd û malan daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê nabe ku di kirîn û firotina erd û malan de ji bilî pereyên Tirk pereyên were bikaranîn.

Çavdêr dibînin ku dewleta Tirk qanûna Qeyserê wek fersend dibîne ku projeya parçekirina Sûriyê bi rêya sepandina ziman û lîreyê Tirk bibe serî.

Back to top button