Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê ragihand ku, wê hêzên wan derbasî herêma sînor a Minbicê bibin.
Piştî daxuyaniya YPG’ê bi nêzî saetekê Fermandariya giştî ya Artêşa Sûriyê bersiv da.
Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê bal kişand ser parstina sînorê xaka Sûriyê ji hêzên dagirker û ragihand ku, wê hêzên wan derbasî herêma Minbicê bibin.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got,
Ji pirensîbên parastina xaka Sûriyê, ew ê xwedî li her bosteke xaka wê derkevin û ji bo banga hatî bibin bersiv.
Her wiha diyar kir ku, ji bo keda welatiyan a parastina serweriya Sûriyê û tunekirina hêzên teror û dagirker li ser xaka Sûriyê were teqezkirin, ew ê ewlehiyeke giştî ji bo hemû welatiyan misoger bikin.