Wezîrê Derve yê Yûnanistanê serdana Misirê kir

Derbarê binpêkirin û destwerdana dewleta Tirk ya li Lîbya û Deryaya Spî de Wezîrê Karên Derve yê Yûnanistanê serdana Misirê kir.

Îro Wezîrê Karên Derve yê Yûnanistanê, Nîkos Dendiyas, serdana Misirê kir û bi Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şikrî re civiya.

Di civînê de destwerdana Tirkiyê di xaka Lîbyayê û binpêkirinên Tirkiyê yên li Deryaya Spî hatin nîqaşkirin.

Beriya niha jî Hikûmeta Yûnanistinê dewleta Tirk ji ber berfirehkirina vekolandina petrolê li Deryaya Spî hişyar kiribû û gotibû ji bo pêkanîna şerekê bi Tirkiyê re ew amade ne.

Li aliyê din, Wezareta Derve ya Fransayê, Tirkiye bi binpêkirina qedexeya şandina çekan ji bo Lîbyayê tawanbar kir.

Wezaretê got: “Tirkiyê ji bo pêkanîna agirbesteke giştî li Lîbyayê bûye asteng.”

Ajansa Fransayê ya Nûçeyan jî hin dîmen belav kirin, ku tê de leşkerên Tirk li kolanên Trablûsê xuya dikin.

Li gorî tê xuyakirin, leşkerên Tirk beşdarî bêbandorkirina mayînan ya li herêmê dibin.

Back to top button