Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kirinên xwe der heqê sivîlan de didomînin.
Çeteyan 4 şêniyên navçeya Mabata revandin.
Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên bi navê qaşo Polîsê Leşkerî yê girêdayî dewleta Tirk a dagirker 4 şêniyên gundê Birîmijê yê navçeya Mabata li Efrînê revand.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
Kamîran Qaso
Nezîr Mûsa
Mihemed Hemo Kûsa
Mezlûm Şêxo
Li gorî çavkaniyê, çeteyan ev kes birin girtîgeha Babê ku berî 2 mehan jî hatibûn revandin.
Li aliyekî din jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker darên daristanên çiyayê Qazqilî yê navçeya Cendirêsê, qut kirin.