Cemal Şêx Baqî: Erdogan di planên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî de têk çû

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê dixwaze Şengal, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hevdu qut bike û destketiyên Kurdan ji holê rake. Şêx Baqî bang li hêzên Kurd kir ku nebin hevkarên dagirkeran û li dijî êrîşên dewleta Tirk, hêzên xwe bikin yek.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî ji ANHA’yê re axivî, armancên êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê nirxand.

Şêx Baqî diyar kir ku hin hêzên navnetewî hiştin ku dewleta Tirk Girê Spî, Serê Kanî û Efrînê dagir bike.

Dema dîtin dewleta Tirk dixwaze sînorê jê re hatiye diyarkirin derbas bike û dagirkeriya xwe berfireh bike, hate rawestandin.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê got:

“Edî welatên wekî Amerîka û Rûsya gihaştin encamekê ku pêwîst e çareseriyek ji aloziya Sûriyê re were dîtin.

Ev jî derfetê nade Tirkiyê ku dagirkeriya xwe berfireh bike.

Ji ber hêzên Kurd di herêmê de bûne hêzek sereke û planên Erdogan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn.”

Cemal Şêx Baqî: Dewleta Tirk dixwaze Şengal, Rojava û herêmên parastina Medyayê ji hev qut bike

Li gorî Şêx Baqî:

“Ji ber dewleta Tirk di planên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûrî de têk çû; berê xwe da Başûrê Kurdistanê.

Dewleta Tirk wek çawa Girê Spî, Serê Kanî û Efrîn dagir kirin, niha jî dixwaze herêma Zînî Wertê, Hec Umran Duhok, Zaxo û Şengalê dagir bike.

Ji bo Şengalê ji Rojava qut bikin, niha dixwazin rêya Zaxo û Şengalê têxin destê xwe.

Bi dagirkirina herêma Zînî Wertê jî dixwazin Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hev qut bikin.”

Li hember van xeterî û planên dewleta Tirk a dagirker, Şêx Baqî bang li hêzên Başûrê Kurdistanê kir ku nebin hevkarê van planên dewleta Tirk.

Şêx Baqî her wiha daxwaz ji hemû hêzên Kurdan kir ku ji bo parastina destketiyên xwe bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button