AYM’ê biryar da 50 hezar Lîre bidin Demîrtaş

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk (AYM) bi sedema ku mafê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahedîn Demirtaş hatiye binpêkirin, biryar da ku 50 hezar Lîre bidinê.

Dadgehê li ser serlêdana parêzeran a bi sedema ku mafê Demirtaş hatiye binpêkirin, bîryar da.

Ji ber Demîrtaş demek dirêj e girtî ye, nerazîbûnên li dijî girtina zêde dibin û ewlehî û azadiya wî hatine binpêkirin, Dadgehê got ku mafê Demîrtaş hatiye xwarin.

Lewma Dadgehê biryar da ku 50 hezar lîre bide Demîrtaş û mînaka vê biryarê ji 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û Wezareta Dadê re were şandin.

Parêzerên Demîrtaş, 24’ê Mijdara 2017, 29’ê Gulanê, 27’ê Mijdarê û 11’ê Kanûna 2018’an serlêdan kiribûn û xwestibûn Demîrtaş were berdan.

Back to top button