NATO, ji ber astengkirina keştiyeke Fransî ji aliyê Tirkiyê ve, lîpirsînê vedike

Piştî ku keştiyên dewleta Tirk, keştiyeke Fransî li Deryaya Spî asteng kir, NATO’yê lîpirsînek da destpêkirin.

Fransayê, ev yek weke kiryareke dijminane bi nav kir û doz rakir NATO’yê.

Beriya niha jî Fransayê eşkere kiribû ku hêzên deryayî yên Tirkiyê, rê neda welatekî endamê NATO’yê ku li keştiyeke wê ya li Deryaya Spî venêre.

Parîs, guman dike ku di wê keştiyê de, çek bo Lîbyayê dihatin veguhastin.

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî ragihand, ku ew ê lîpirsînekê ji bo vê yekê bidin destpêkirin.

Her wiha Fransayê, astengkirina keştiya xwe bi awayekî dijminane bi nav kir û şermezar kir.

Tê zanîn, Parîsê gelek caran dewleta Tirk, bi binpêkirina qanûna NY ya qedexekirina şandina çekan bo Lîbyayê tawanbar kiriye.

Back to top button