BOGDANOV: EM DIKARIN DI NAVBERA KURDAN Û ŞAMÊ DE NAVBÊNKARIYÊ BIKIN

Rûsya ragihand ku ew amadene di navbera Kurdan û rêveberiya Şamê de navbênkariyê bikin..

Armanca Rûsya ji vê navbênkariyê ew e ku hêzên Tirk ên dagiker ji Bakur-rojhilatê Sûrî derxin û li şûna wan artêşa Sûrî bicih bikin..

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Tev-dem’ê Aldar Xelîl jî ragihand ku ji bo pêşî li êrişa dewleta Tirk were girtin, danûstandinên wan li gel Rûsya dewam dikin.

Piştî gefa serok-komarê Tirk Erdogan a dagirkeriyê û biryara Emerîka a vekişandina ji Sûrî, her kes li benda helwesra Rûsyayê ye..

Di rewşeke wiha de gelo wê mîna êrişa li dijî Efrînê destekê bide dewleta Tirk, ango li pêşiyê bibe asteng?

Ev yek heta niha bi awayekî eşkere nehatiye zelalkirin..

Ji bo vê jî aliyên Kurd li Rojava li gel Rûsyayê di nava hevdîtinan de ye.

Têkildarî mijarê Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn yê Serokê Rûsya Vladimir Putin, Mîxalîl Bogdanov ji Bloom bergê re axivî.

Bogdanov diyar kir ku ji bo artêşa Sûrî careke din vegere herêma Bakur-rojhilatê welat û hêzên dewleta Tirk jê derxînin, ew dikarin di navbera Kurdan û rêveberiya Şamê de nav beynkarîyê bikin..

Deverên Bogdanov behsa wan dike, Cerablûs, Bab, Ezaz û Efrîn e

RÊVEBERÊ TEV-DEM’Ê ALDAR XELÎL:
JI BO PÊŞÎ LI ÊRIŞA DEWLETA TIRK WERE GIRTIN HEVDÎTINÊN ME LI GEL RÛSYA DEWAM DIKIN

Li ser hewldana êrişa dagirkeriya dewleta Tirk, Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Tev-dem’ê Aldar Xelîl jî ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re axivî..

Xelîl diyar kir ku di van rojan de wê şandeyên wan li Moskê rêze hevdîtinan pêk bînin da ku pêşî li êriş û perçekirina Sûrî were girtin..

Leave a Reply

Back to top button