Girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya HDP’ê silav kirin û ji bo xwedîderketina li meşê bang kirin.
Bi navê girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyeke hate weşandin û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Her wiha meşa HDP’ê jî hate silav-kirin û banga xwedîderketina li meşê hat kirin.
Girtiyan endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn jî bi bîr anîn û diyar kirin Kasim Engîn bi komployeke mezin şehîd bû.
Girtiyên jin, êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê jî şermezar kirin.
Her wiha piştgirî dan Zeynep Celaliyan a ku ji aliyê rejîma Îranê ve dîl hatiye girtin û ji bo kampanya ji bo Celaliyan banga piştgiriyê kirin.