Tevgera Jinên Azad TJA’yê bi wesîleya Roja Penaberan daxuyaniyek da û diyar kir ku desthilatariya AKP-MHP’ê penaberan ji mafên însanî jî bêpar dihêle.
TJA bi wesîleya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gorî daneyên dawî nêzî 70 milyon mirov neçar mane ku koç bikin û got:
Di vê koçberiyê de, berdêla herî giran ji aliyê jin û zarokan ve tên dayin. Tundiya mêr a li jinan tê kirin, di dema vîrûsa corona de girantir dibe.
TJA diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê penaberan ji mafên wan ên herî însanî yên bingehîn bêpar dihêle, li deriyên sînor, li kampan êrişên zayendî û fîzîkî li wan tê kirin.
Dawiyê TJA’ê bang li hemû saziyan kir ku li dijî cihê-karî, nijad-perestî û ji bo tenduristiya penaberan bikevin nava hewldanan.