QSD: 71 ÇETE HATIN KUŞTIN Û 74 BAREGEHÊN WAN HATIN RÛXANDIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike û şervan derbên bi bandor li çeteyan didin.

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê dawî eşkere kir.

Li gorî vê, 71 çete hatin kuştin û 74 baregehên wan hatin rûxandin.

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê dawî yê Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan.

Li bajaroka Hecînê û derdora wê şervanan saetên sibehê operasyonek li ser çeteyan pêk anî.

Di encamê de gelek çete hatin kuştin û yên din jî tevî birîndarên xwe reviyan.

Şervanan yekser dest bi paqijkirina herêmê kirin û miqdarek cebilxaneya çeteyan dîtin.

Li aliyekî din ê vê eniyê jî, piştî şerekî dijwar şervan bi awayekî ber bi çav bi pêş ketin.

Hajmrek çete hatin kuştin û cenazeyên hinek ji wan li naverasta şer man.

Piştre çeteyan bi hawan û topavêjan herêm topbaran kirin, lê ti zerer bi şervanan nebû.

Her wiha li baskekî din jî, saetên êvarî şervan 1 Km pêş ketin û 14 nuqteyên parstinê ava kirin.

Li vir çeteyan hewl dan van nuqteyan vegerînin, lê belê şervanan bersiv da û bi dehan çete hatin kuştin.

Şervanên QSD’ê pêşketina xwe domandin û li milekî din 21 nuqte ava kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê serê sibehê êrîşî şervanan kirin, şervanan jî bersiv da.

Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û yên din jî neçar man paşde birevin.

Şervanên QSD’ê li devreke din jî, 17 nuqte ava kirin û ji mayinan paqij kirin.

Li vê deverê çeteyan serê sibehê jî êrîş kirin û balafirek Dron bikar anî, şervanan êrîş têk birin û balafir jî anîn xwarê.

Heta amdekirian vê bîlançoyê jî şerên giran li hemû eniyan rû didan.

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser encama şerê eniyan jî ev agahî dan.

71 çete hatin kuştin.

74 baregeh, baregeheke gemiyan, 2 deverên bikaranîna doçka

3 baregehên çekên giran û 6 tunel hatin rûxandin.

10 rêyên leşkerî li çeteyan hatin qutkirin.

8 erebeyên leşkerî hatin teqandin.

1 RPG, 3 qaîdeyên topavêja hawanan

Hejmareke cek û cebilxaneya çeteyan ketin destê şervanên QSD’ê.

Leave a Reply

Back to top button