Cotkarên li gundewarên Reqayê tevî ku lêçûna çandiniya berheman bihatir bûye, lê dîsa darên berhemdar mîna xox, tirî, hinar û hirmî diçînin.
Li herêma El- Kesrat a li başûrê Reqayê, zêdetirî 75 ji sedî ji rûbarê wê hatiye çandin.
Piştî bihabûna lêçûna çandiniyê weke genim, ceh û pembo, cotkaran li gundewarên Reqayê dest bi çandina darên berhemdar kirin e.
Li gundewarên Reqayê di asteke bilind de darên berhemdar hatîne çandin.
Li herêma El-Kesrat ku dikeve başûrê bajarê Reqayê dar bi rêjeya ji sedî 75 ji rûbera herêmê hatine çandin.
Şêniyan dest bi çandina cureyên darên berhemdar mîna xox, tirî, hinar û hirmî kirine.
Ji ber ku herêm nêzî çemê Firatê ye û axa wê berhemdar e ev dar lê bi awayekî guncaw mezindibin.
Piraniya şêniyan jî debara xwe bi çandiniyê dikin.
Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a El-Kesrat Ebdulkerîm El-Kewan da xuyakirin ku ji bo bi awayekî baş xizmetê pêşkêşî cotkaran bikin, derfetên wan kêm in û da zanîn eger derfet çêbibin ew ê bêtir piştgiriya cotkaran bikin.