Hêzên hikûmeta Şamê gundewarê Idlibê topbaran kir

Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikûmeta Şamê ya li herêma Idlibê dewam dike. Hêzên hikûmetê careke din, gundewarê Idlibê topbaran kir.

Li Parêzgeha Dera jî bi daxwaza xistina serokê hikumeta Şamê Beşar Esed û berdana girtiyan, xwepêşandanek hat lidarxistin.

Li Parêzgeha Idlib a Sûriyê, şerê aliyan tevî qaşo agirbesta heyî, dewam dike.

Di vê çarçoveyê de, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê hêzên hikûmeta Şamê bi mûşekan, deverên Fitêra, derdora Kinsefra, Sifûhin, Filêfil û Helûbiyê yên gundewarê Idlibê topbaran kirin.

Lê derbarê encaman de ti agahî nehatin zanîn.

Bi dehan kes ji bo daxwaza xistina desthilata Esed daketin qadan

Li Parêzgeha Dera ya li başûrê Sûriyê jî, xwepêşandanên li dijî hikûmeta Şamê dewam dikin.

Îro jî bi dehan kes li bajaroka El-Cîze ya li gundewarê rojhilatê Derayê, xwepêşandanek li dar xistin.

Di xwepêşandanên de daxwaza xistina rejîma Beşar Esed û berdana girtiyan hat kirin.

Xwepêşandêran her wiha xwestin ku Hizbullah a Libnanê û komên girêdayî Îranê jî ji Sûriyê werin derxistin.

Back to top button