Dewleta Tirk ku ji yekrêziya Kurd bihêrs bûye, gef li ENKS’ê xwar

Yekîtiya gelê kurd dewlet a tirk a dagirker bi hêrs kiriye. Piştî ragihandina qonaxa serkefti ya ji danustandinên despêkê, dewleta tirkiyê dest bi gefxwarina li ENKS’ê kir.

Wezîrê Derve yê Dewleta tirk Mevlut Çavuşoglu bi awayekî eşkere gef li ENKS’ê xwar û diyar kir ku ji niha û pêde ew jî di hedefa wan de ne.

Keyfxweşî û hêviya gelê kurd a bi danustandinên di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanîya Kurd û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, dewleta Tirk a dagirker bi hêrs kiriye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu têkildarî hevpeymana PYNK û ENKS ku 17’ê Hezîranê hate ragihandin, ji kanaleke televîzyonê a Tirk re axivî.

Çavuşoglu gef li ENKS`ê xwar û got,

Kesên têkiliyan bi YPG`ê û PYNK’ê re deynin, wê bibin armanca dewleta Tirk.

Beriya niha jî careke din Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk diyar kiribû ku ewê rê nedin yekgirtineke di navbera aliyên kurd yên li Rojava de.

Çavdêr diyar dikin ku ev ne rojeveke nû ye, dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan dixwaze yekitiya kurdan asteng bike.

Lewma ev yek jî dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd nîşan dide.

PYNK û ENKS`ê 17’ê Hezîranê li Hesekê serketina qonaxa yekemîn ya danustandinên xwe bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Aliyan diyar kirin ku wan li ser lihevkirinên sereke ku Peymana Duhokê ya sala 2014`an bibe bingeha diyalogên her du aliyan, li hev kirine.

Back to top button