Di êrîşa balafirên dagirkeriya Tirk de li Şeladizê 5 kes şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker careke din êrîş bire ser Başûrê Kurdistanê û komkujiyeke din pêk anî.

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, li bajaroka Şeladizê ya girêdayî navçeya Amediyê wesayîtên sivîlan bombebaran kir. Di bombebaranê de 5 welatî şehîd bûn.

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, îro saet derdora 11.00’an de li gundê Sîda yê li devera Rêkan a Şeladizê wesayîtên welatiyan bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bi dest xistin di bombebaranê de 5 kes şehîd bûn.

Tê gotin ji kesên şehîd bûne, 3 bira ne.

Her wiha hinek jî birîndar bûn.

Hat gotin, ji şêniyên şehîd bûne navê yekê Demokrat Omer Îsmaîl e.

Cenazeyên şehîdan birin Nexweşxaneya Şeladizê.

Back to top button