Şêx Umer El-Şamî: Têkiliyên Kurd-Ereb dîrokîne û pîroz in

Endamê Foruma Olan a Helebê şêx Umer El-Şamî destnîşan kir ku têkiliya Kurd-Ereb mertala bihêz, li hember fîtne û nakokiyên ku dijmin hewl dide neteweyê pê lawaz bike ye.

Şêx Umer El-Şamî têkiliyên Kurd-Ereb pîroz kir û got:

“Ev têkilî dîrokî ne, gelek nimûneyên wê yên baş hene û têkiliyeke hevbeş e.

Tê de girêdana malbat û hevgirtina civakî di navbera Kurd û Ereb de heye.”

Şêx Umer teqez kir ku ew li dijî tevahî êrîşan yek dest bûn û yek dest in, ji ber Kurd û Ereban li gel hev parastina ol, rûmet û azadiyê dikin.

Endamê Foruma Olan a Helebê anî ziman ku armanca wan Sûriyeke demokratîk e, û dê welat bi hevgirtin û baweriya jiyana hevbeş ji gendeliyê rizgar bibe.

Back to top button