KCK’Ê: BERXWEDANA BI RIHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ DESTPÊ KIR WÊ BISERKEVE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku çalakiyên gireva birçîbûnê yên bi pêşengiya parlementer Leyla Guven destpêkirin, xwe dispêrin rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê..

Hevserokatiya bang li her kesî kir ku ji bo şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê bi erka xwe rabin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî berxwedana girevên birçîbûnê daxuyaniyek da..

Hevserokatiyê diyar kir ku çalakiya bi pêşengiya parlementer Leyla Guven destpêkirî, li hemû zindan û devera Kurd lê dijîn belav bûye û wiha got:

Ev çalakiya mezin ku bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê destpêkir, rêbaza serkeftinê ye.

Leyla Guven bi welatparêzî û hişmendiya xwe ya siyasî, wateya dîrokî ya rabûna li ber tecrîdê dît û bi çalakiya xwe bû çirûska berxwedana civakî. Hevrêyên me yên li zindanan û siyasetvanên demokratîk jî mîna pêşengên 14’ê Tîrmehê berxwedan geş kirin.

Gelê me yê li Ewrûpayê, mîna her carê bi erka xwedîderketina li Rêbertî rabû û cihê xwe di nava berxwedana mezin de digre.

Hvserokatiya Konseya Rêveber bi bîr xist ku plana êrişê ya 5’ê Nîsana 2015’an bi tecrîdkirina Rêber Ocalan destpêkir, 24’ê Tîrmehê veguherîn tevgera qirkirina gelê Kurd û wiha dewam kir:

Hewldanên qirkirinê yên rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê, rê li ber pêvajoyeke berxwedanê vekir. Ev pêvajo wê bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşkeve.

Rêjîma faşîst wê bi ti awayî nikaribe pêşî li vê berxwedanê bigire. Rihê 14’ê Tîrmehê rê û rêbaza şoreşa Kurdistanê ye. Rêbaza serkeftina li hemberî her cûreyê zordestiyê ye.

Gelê me wê sala 2019’an li Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr û her devera cîhanê bi vî rihî têbikoşe û rêjîma faşîst hilweşîne.

Leave a Reply

Back to top button