Di nava hefteyekê de 300 malbatên Êzîdî vegeriyan warên xwe

Şengaliyên ku ji ber êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an, koçber bibûn, hêdî hêdî li warê xwe vedigerin.

Di nava hefteyekê de 300 malbatên êzîdî, ji kampên Başûrê Kurdistanê, vegeriyan warê xwe.

Çeteyên DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014`an êrişî herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kirin.

Çeteyan li dijî bi hezaran êzidîyan komkujî pêk anî, bi hezaran sivîlên ku di nav de 5 hezar jinên êzidî jî hebûn, revandin.

Çarenûsa bi hezaran ji wan jî heta niha ne diyar e.

Ji ber wan êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê ku êzidî wekî fermana 74’an binav dikin, bi hezaran êzîdî ji cih û warê xwe koçber bûn.

Koçberên Şengalê berê xwe dan Rojava û herêmên Başûrê Kurdistanê û li kampan bi cih bûn.

Piştî 6 salan ji koçberiya li kampên Başûrê Kurdistanê, êzidî êdî vedigerin, Şengalê.

Tevî ku di vegerê de ji aliyê hêzên PDK’ê tên astengkirin, heta niha bi sedan malbat vegeriyane Şengalê.

Li gorî agahiyan di hefteya derbasbûyî de zêdetirî 300 malbat vegeriyan navenda bajarê Şengalê, gund û başûrê ciyayê Şengalê.

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê pêşwaziya malbatan dike û hewcedariyên wan bi cih tîne.

Dewleta Tirk jî ji bo pêşî li vegera Şengaliyan bigre, di 15’ê Hezîranê de, herêma Şengalê bombebaran kir.

Back to top button