Dewleta Tirk cotkaran neçar dike ku tonên genim derbasî Tirkiyê bikin

Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî ya dagirkirî cotkaran neçar dike ku bi tonan genim derbasî Tirkiyê bikin.

Çavkaniyan ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk şêniyan neçar dike ku nasnameyên xwe bi zimanê Erebî û Tirkî derxînin, da ku dexl û danan bi bihayekî pir erzan bifiroşin.

Dewleta Tirk şîrketa PTT a Tirkiyê ya veguhastina maliyê ji bo belgekirina navên cotkaran û wergirtina pereyan, diyar kir.

çavkaniyan diyar kir ku hilberîna genimê Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî nêzî milyonek tonî dike û Tirkiyê parekê jê dikire.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) di Çileyê de bi bîr xist ku artêşa Tirk ji depoyên Dehlîz û Sexrat ên Girê Spî derdora 20 hezar ton genim talan kirin û şandin depoyên Rihayê(Urfa).

Back to top button