Jineke Êzîdî ku DAIŞ’ê ew revandibû, li Tirkiyê hat dîtin

Jinek ku di dema êrîşên DAIŞ’ê li ser Şengalê ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin li Tirkiyê hat dîtin.

Jina Êzidî ya bi nave Helîma Hisên ya 22 salî di dema êrîşên li ser Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin.

Li gorî agahiyan, Helîma Hisên derbasî başûrê Kurdistanê bûye, lê hîn ne gihîştiye malbata xwe.

Tê gotin, piştî 14 roj di karantînayê de ma, wê bigihije malbata xwe.

3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kirin.

Bi hezaran kes bi awayeke komî hatin kuştin û bi hezaran jin û zarok jî hatin revandin.

Back to top button