Baskê Colemêrg û Edîrne gihan Enqerê

Piştî 6 roj ji meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê HDP’yî li paytexta tirkiyê Enqerê kom bûn. Tevî hemû astengiyan, HDP’yîyan bi biryardarî ji herdu baskên Colemêrg û Edîrneyê gihiştin hev.

HDP’yiyan li Enqerê daxuyaniyek dan û gotin; di encama têkoşîna wan de wê edalet û azadî pêk were.

Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, HDP’ê 15’ê Hezîranê dest bi “meşa demokrasiyê ya dli dijî darbeyê” kir.

Meşê ji 2 baskan destpê kir.

Baskek ji Colemêrgê bi pêşengtiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar û baskê din jî ji Edîrneyê bi pêşengtiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destpê kir.

Ev 6 rojin meşa HDP’ê ya ber bi Enqerê ve dewam kir.

Tevî hemû zorî û zehmetiyan HDP’yiyan xwe gihandin Enqerê.

Meşa HDP’ê li her derê rastî eleqeyek mezin hat.

Îro meşvanên HDP’yî ku gihiştin Enqerê daxuyaniyek dan.

HDP’yîyan di daxuyaniya xwe de gotin, wê aramî, azadî û edalet di encama têkoşîna wan de pêk were.

Back to top button